Fransa: Divê Îsraîl bi komkujiyê neyê tawanbarkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê nû yê Fransayê Stephane Sejourne da zanîn ku ew li dijî wê yekê ne ku Îsraîl li dadgeha bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi komkujîya li dijî Filîstînîyan bê tawanbarkirin.
Afrîkaya Başûr angaştibû ku Îsraîl Peymana Komkujîyê ya NYyê binpê dike û li dijî Îsraîlê dadgeha NYyê doz vekiribû.
Sejourne, ku hefteya borî wek Wezîrê Derve yê Fransayê hatibû ragihandin, li parlamana Fransayê, di derbarê doza Afrîkaya Başûr ya li dijî Îsraîlê peyivî.
Wezîr Sejourne dîyar kir ku gava dewleteke Cihû bi komkujîyê tê tawanbarkirin sînorê exlaqê tê têkbirin û got: "ivê peyva komkujîyê ji bo armancên sîyasî neyê bikaranîn.
Wezareta Tendurustiyê ya Filistênê ku girêdayî Hemasê ye ragihand ku ji 7ê Cotmeha sala çûyî vir ve, di êrîşên Îraîlê de 24 hezar û 448 kes hatine kuştin û 61 hezar û 504 kes jî birîndar bûne.