TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê re bê danîn

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2020 04:15

PeyamaKurd - Wezîrê Deve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di serdana paytexta Misirê Qahîreyê de bi hemkarê xwe yê Misirê Samih Şikrî re civiya.

Herdu Wezîran di civîna rojnamevanî de diyar kirin ku Misir û Fransayê li ser aloziyên li herêmê û bi taybet aloziya Lîbyayê xwedî heman nêrîn û pêşbîniyê ne.

Wezîr Derve Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîne da zanîn ku ew ligel diyaloga siyasî ya çareseriya rewşa Lîbayê ne.

Le Drian herwiha bal kişand ser kiryarên Tirkiyê li herêmê û got, divê sînorek ji kiryarên Tirkiyê yên yekalî re were danîn û destnîşan kir ku divê hemû çekdarên biyanî ji Libyayê bên derxistin.

Parve bike: