TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Em li hember bêîstîqrarkirin û gef û guran serî natewînin

Admin L
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2020 16:38

PeyamaKurd – Piştî bertekên li hember karîkatura li ser Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a di kovara Fransî ya tinaziyan Charlie Hebdo de, Berdevkê Hikûmeta Fransayê daxuyaniyek da û got: ‘‘Fransa li hember bêîstîqrarî û gef û guran serî natewîne, qet dest ji sekin û nirxên xwe bernade.’’

Berdevkê Hikûmetê Gabriel Attal piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyaniyek da û got: ‘‘Fransa li hember bêîstîqrarkirin û gef û guran serî natewîne, qet dest ji sekin û nirxên xwe bernade.’’

Attal da zanîn, ew ê Fransa li hember Îslama radîkal berxwedana xwe berdewam bike û herwiha Fransa di parastina nirx û sekna xwe de xwedî helwest e û piştgiriya sedî sed ji dewletên din ên Ewropî jî distîne.

Parve bike: