Cîhan
Fransa êrisa Tirkan li ser Minbicê red dike
PeyamaKurd - Çavkaniyeke ji Serkkomariya Fransayê ragihand ku ew her cure operasyonên eskerî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê û Minbicê red dikin.
Li gor xebera ajansa nûçeyan Reutersê, çavkaniyeke ji Serokkomariya Fransayê der barê êrişên li ser Minbicê de gotiye ku ew vê yekê red dikin.
Çavkaniyê diyar kiriye ku ew di mijara Minbicê de wek Amerîkayê difirikin û her êrişeke ji derveyî armancên DAIŞê ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.