Cîhan
Fransa: Polîsan bi tundî mudaxeleyî xwepêsandaran kir
PeyamaKurd - Li gelek bajarên Fransayê xwepêşandanên li dijî bihabûnê ev çend roj in berdewam dikin.
Xwepêşandarên bi navê ‘Êlek Zer’ ku îstîfaya Serokkomar Emamnuel Macron xwestin, rastî mudaxeleyeke tund a polîsan hatin.
Polîsan li kolana Şanzelize bi ava şid û gaza îsotê mudaxeleyî xwepêşandaran kir.
Wezîrê Derve yê Fransa ragihand ku di nav xwepêşandaran de bêhtirî 1.500 kes provakator hene û wezareta navxweyî gelek polîs şandine heremê.
Piştî mudaxelaya îro ya polîsan 63 kes hatin binçavkirin.