TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Tirkiye wek hevpeymana NATO tevnagere

Admin H
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2021 21:24

PeyamaKurd – Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly, li ser pêwendiyên Fransa-Tirkiyê da xuyakirin ku ji sala borî ve têkiliyên ligel Tirkiyê xirab bûne û wek hevpeymanekê tevnagere.

Parly ji radyoya France Inter re ragihand; “Her çiqas Tirkiye bi fermî hevpeymana Atlantîk (NATO) ye jî bi mehan e ku wekî welatê hevpeyman tevnagere û di vê maweyê de di NATOyê de tenê hatin hiştin.”

Parly, herwiha daxuyaniyên vê dawiyê yên Erdogan ku xwe nêzîkî Yekîtiya Ewropayê dike jî bibîr xistin û got, “Me ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê re serê meha Çile gotiye, heger di normalkirina pêwendiyên ligel Fransayê de dilsoz bin, em jî amade ne.”

Parve bike: