TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransayê, temenê malnisîniyê dirêj kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 hezîran 2023 21:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di Rojnameya Fermî ya Fransayê de hatin ragihandin, biryarnameyên di derbarê pêkanîna reforma nakok a ku li Fransayê temenê teqawidbûnê 2 salan dirêj kir, wekî qanûn hat qebûlkirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, biryarnameya tetbîqatê ya qanûnê ku temenê malnişîniyê ji 62yan ji bo 64an zêde dike, 2 roj beriya çalakiyên girseyî yên bi biryara sendîkayan ku dê di 14ê Hezîranê de bên lidarxistin, hat weşandin.

Li gorî qanûna ku ji 31 ​​xalan pêk tê, kesên di sektora giştî de wekî agirkuj, polîs û rêvebirên trafîka asîmanî di hin rewşan de dikarin hîn beriya 64 saliya xwe malnişîn bibin û kesên ku zû dest bi kar bikin û dema 43 salên pêwîst temam bikin, dikarin zû malnişîn bibin.

Ji aliyê din ve pêşnûmeqanûna ku li gel nerazîbûnên girseyî û nerazîbûnên tund ên li gelemperiya welêt ku bêyî dengdayînê li Meclîsê hat derxistin, dê di 8ê Hezîranê de li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê were nîqaşkirin.

Parve bike: