Frensayê Hewara Hêrisa Terorî ragihand
PeyamaKurd - Li Fransayê ji ber hêrişa terorê ya li Moskovayê asta gefa terorê derket pileya herî jor.
Serokwezîrê Fransayê Gabriel Attal piştî Civîna Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya bi serokatiya Serokomar Emmanuel Macron, bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê peyamek belav kir.
Gabriel Attal di peyama xwe de wiha got: "Li gorî angaştan, rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsiyariya hêrişa li Moskowê girtiye ser xwe. Ji ber metirsiyên li ser welatê me, me biryar da ku asta hişyariya ewlehiya neteweyî bigihînin asta herî jor: Rewşa hewara hêrişê."
Êvara 22yê Adarê, di hêrişa terorî ya ku ji alî kesên çekdar ve li salona konserê ya Crocus City Hall a li Moskowa paytexta Rûsyayê pêk hat de 137 kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî hêrişê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku "4 terorîstên ku hêrişê pêk anîne jî di nav de, 11 kes hatine binçavkirin."