TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Husên besdarî panela DAVOSê dibe

Admin S
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2019 16:43

PeyamaKurd - Di roja sêyemîn a Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê de, Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên beşdarî panêlekê dibe.

Hat zanîn ku dê Fuad Husên wekî axaftvan beşdarî panela li ser mijara pêwendiyên Çînê û welatên Rojhilata Navîn bibe.

Şanda Iraqê jî di korbenda îsal a Davosê de amade ye ku Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên serokatiya wê dike.

Îsal mijara serekî ya Davosê ewlehiya siber ango ewlehiya înternetê ye ku ji ber êrîşên siber ziyaneke mezin gihîştiye aboriya cîhanê. 

Tê çaverêkirin welatê Çînê di sala 2025an de bibe mezintirîn aboriya cîhanê û bikeve pêşiya Amerîkayê.

Parve bike: