TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Husên û Ehmed Şera li Şamê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2026 17:32

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di serdana xwe ya Şamê de ji aliyê Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ve li Koşka Gel hat pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Esad Şeybanî jî amadehî kir.

Di dema civînê de, her du aliyan giranî dan ser pêşxistina pêwendiyên dualî û xurtkirina rêyên hevkariyê yên di warên cuda de.

Herwiha geşedanên herêmî û navdewletî hatin nirxandin û tekezî li ser bilindkirina asta hevahengî û şêwirmendiyê ya di navbera her du welatan de hat kirin daku bikaribin rûbirûyî astengî û zehmetiyên hevpar bibin.

Hêjayî gotinê ye, Bexda û Şamê li ser ewlehiya sînorên hevpar û hewldanên ji bo parastina mafên avê yên li ser Çemê Firatê li hev kiribûn ku berî niha li Bexdayê gotûbêj hatibûn kirin.

Herwiha biryare enstîtuyeke şêwirmendiyê ya domdar di navbera Şam û Bexdayê de ji bo rûbirûbûna krîzên leşkerî û siyasî yên li Rojhilata Navîn were avakirin.

Parve bike: