Cîhan
Gallant: Me Hîzbullah hilwesand!
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant îdia kir ku wan bi êrîşên bejayî yên li başûrê Lubnanê "Hizbullah hilweşand".
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Gallant li ser sînorê Lubnanê bi Fermandarê Firqeya 98an û rayedarên payebilind re li ser rewşa herêmê axivî.
Gallant xîtabî leşkerên Îsraîlî yên ku êrîşî Lubnanê kirin jî wiha got: "Em ne tenê dijmin (Hizbullah) têk dibin, em wan tunel, depoyên cebilxane û binesaziya êrîşan jî îmha dikin."
Gallant bi gotinên, "Niha li cihên ku Hîzbullahê êrîşî wargehên Îsraîlê dikir, leşkerên Îsraîlê hene."
Gallant îdia kir ku armanca sereke ji holê rakirina binesaziya Hîzbullahê ya li herêmê ye, îdia kir ku li herêmê "hê jî wezîfeyên artêşa Îsraîlê hene ku biqede."