TR KU SO
FB X
Cîhan

Gelo dibe ku serekî nukleerî destpêbike!

Admin M
Nivîskar
📅 16 tebax 2018 19:14

PeyamaKurd- Kovara leşkerî ya ku navenda wê Amerîkaye ya bi navê The National Interest (NI), nivîsand ku dibe tesadufen Rûsya, Çîn û Amerîka şerekî nukleerî bidin destpêkirin.

Di nûçeya kovarê de hêzên dinyayê yên ku berê xwediyê sîstema şopandin û keşfê bûn, sîstema xwe tenê bo avêtina fuzeyên  nukleerî û balîstîk bikartanîn. Niha heman sîstem di şopandina serikên ku ne nukleerîne de ne, tên bikaranîn, dibe ku sîstem serikên nukleerî û ne nukleerî tevlihev bikin û dibe ev bibe sedem ku yê terefê dinê êrîş bike aliyê dinê.

 ‘Datînin heman ciyê’

Li gor nûçeya Sputnikê bo dewlet raqîbên xwe bidin şaşkirin, sîlihên xwe yên nukleerî û ne nukleerî datînin heman ciyî. Mînak; keştiyên Rûsyayê yên noqavê yên fuzeyên balîstîk yên serikên wan nukleerî ne, danîne cem keştiyên noqavê ku adetî bi sîlihên ji rêzê hatine timtêlkirin.

 ‘Peykên şopandinê têr nakin'

Sedemeka dinê ya bo şerê nukleerî destpêbike kêmasiya peykên leşkerî yên şopandinêne. Hem divê sîstemên kevin ji dewrê derxin. Li Amerîkayê bo şopandina avêtina fuzeyên nukleerî û ne nukleerî, ji peyka Advanced Extremely High Frequency tenê 4 heb hatine amadekirin û ev jimar di şertên niha de gelek kêmin.

Di nûçeyê de şîret tê kirin ku bo çareseriya vê mijarê; bo welat sîlihên nukleerî û ne nukleerî ji hev veqetînin an bo sîlihên nukleerî bên şopandin, divê peykên ku li hemberê sîlihên ne nukleerî bertek nîşan nadin, bi taybetî bên bipêşxistin. Lê di nûçeyê de heye ji ber ku maliyeta sîstemeka weha zêde ye, wê kes xwe nede ber vî barî.

Parve bike: