TR KU SO
FB X
Cîhan

Gelo Rojava wê bi Serî’etê were birêvebirin?

Admin V
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2018 15:31

PeyamaKurd- Tê îddakirin ku li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Efrîna ku niha di bin qontrola Artêşa Azad û Tirkiyê de ye; Ereb têne bicihkirin.

Rêxistina Gelên di bin Tehdîdê de ya Emanî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de nêrînên xwe parve kirin. Rêxistina Gelên di bin Tehdîdê de ya Emanî li ser Rojavayê Kurdistanê îddayên wahîm avêtin holê.

Kurdekî Efrînî yê bi navê Kemal Sîdo ku di nava rêxistina Elmanî de ye got ku li Efrînê hemî nivîs û tabelayên bi Kurdî hatine rakirin û dersên Kurdî jî ji mufredatê têne derxistin.

Rêxistina Gelên di bin Tehdîdê de ya Emanî ragihand ku li gorî daneyên aktîwîstên Kurdan, heta nîvê meha Temûzê, 120 kes hatine revandin, 7 kes hatine kuştin, 10 dizî û xesb, 27 biserdegirtin û 4 şewatan erdan çêbûne.

Kemal Sîdo got ku ev tenê aliyê çiyayê qeşayê yê ku tê dîtin e. Piştî ku Efrîn ketiye destê Tirkiyê de heta niha 3 hezar Kurd hatine revandin û li gorî texmînan tevde ji 7 hezar kesî xeber nayê standin.

Sîdo wiha dewam kir: Berê, Efrîn bajarekî lîberal bû. Lê êdî Erebên Îslamparêz yên radîkal li bajêr têne bicihkirin. Bi vî rengî huqûqa Şerî’etê tê rûnandin. Êdî di nava bajêr de zilamên bi rih û pîrekên bi xêlî digerin. Kesên servekirî newêrin derkevin sikakan. Jixwe ji bo Elewî û Êzîdiyan cihê jiyanê nemaye.

Parve bike: