Cîhan
General Wolters di mijara F-35an de axifî
PeyamaKurd- Fermandarê Amerîkayê yê ji hêzên Awrûpayê berpirs û hem fermandarê bilind yê Hêzên Hevpar yê NATO yê general Tod Wolters li ser krîza navbera Tirkiyê û Amerîkayê ya di derbarê balafirên F-35an de û pirsgirêkên herêmê de, li wezareta bergiriyê ya Amerîkayê di brîfînga çapemeniyê de axifî û got:
“Weka we ji sekreterê giştî yê NATO yê bihîst em malbatekîne. Di nav malbatekî de, di navbera bira, xuşk, dê û bav de dibe dijayetî hebin.”
Wolters di dewama axaftina xwe de got ku rola Tirkiyê di NATO yê de girînge, bi Amerîka re li Akçakaleyê navenda tevgerê avakirine û bi awayeka geş dixebitin lê hêj mesafeyeka dûr maye ku tê de herin.