TR KU SO
FB X
Cîhan

General Ziv: Derxistina Esed ji bo Îsraîlê nûçeyeke xerab e

Admin L
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2024 15:02

PeyamaKurd – Dengên êrîşa komên milîs ên li dijî rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê dewam dikin.

Generalê xanenişîn Îsraîl Zîv ku yek ji kesayetiyên sereke yên leşkerî yên Îsraîlê ye, di gotara xwe ya dawî de diyar kir ku rûxandina rejîma Esed ji bo Îsraîlê wê bibe nûçeyeke nebaş.

Îsraîl Zîv di gotara xwe ya li kanal 12 ku yek ji dezgehên ragihandinê yên serekî yên Îsraîlê ye, belav kir, eger rejîma Esed were rûxandin, bilindahiyên Golanê dibe eniyeke nû li dijî Îsraîlê.

Serleşker Zîv diyar kir ku "Êrîşa milîsan aramiya Sûriyê têk bir" û got ku "rûxandina rêjîma Esed wê aramiyê bêtir têk bibe".

Her çend Esed dîktator be jî, ji bo Îsraîlê xwedî şiyanên baştir in.”

Major General Israel Ziv di gotara xwe de ev tişt nivîsî:

"Îhtîmala rûxandina rêjîma Esed ji bo aramiya tevahiya herêmê pir pirsgirêk e. Ev yek wê bibe sedema pêleke nû ya penaberan ber bi welatên cîran û Ewropayê ve. Di mesela Urdunê de ev yek wê padîşahiyê bêîstiqrar bike û bibe sedema aloziyê." Metirsiyeke mezin ji bo Îsraîlê ji aliyê rojhilat ve ev e ku rewş wê bibe sedema DAIŞ, Eniya Nusra yan jî rêxistinên terorîst ên wekî Tehrîr El-Şam û rêxistinên din ên selefî bîne ser sînorê Îsraîlê û bi vî awayî li Golanê li dijî Îsraîlê eniya çaremîn a çalak a terorîstan çêbike.

Hilweşîna Sûriyê ji bo ewlehiya Israîlê nûçeyek nebaş e, ji ber ku her çend Esed dîktatorekî kujer e û ji gelê xwe re tirsnak e, lê pir baştir dikare berjewendiyên ewlehiyê yên Israîlê kontrol bike. Lewaziya Sûriyê wê bibe sedema hevrikiyeke herêmî ku wê demeke nû ya bêîstiqrariyê li herêmê çêbike.”

 
Parve bike: