TR KU SO
FB X
Cîhan

Generalê Tirk ê berpirsê hemû balafirên ser hat binçavkirin

Admin S
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 13:39

PeyamaKurd - Berpirsê hemû balafirên şer ên Tirkiyê di nav artêşê de, Tuggeneral Ozkan Edip Akgulay hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku di encama lêpirsîneke Serdozgeriya Diyarbekirê ya derbarê FETOyê de, berpirsê hemû balafirên şer ên Tirkiyê Tuggeneral Ozkan Edip Akgulay li bajarê Eskîşehîrê hatiye binçavkirin.

Akgulay beriya were binçavkirin malnişîniya xwe xwestiye, lê dîsa jî bi tohmeta FETOyê hatiye binçavkirin ku sala 2017an di Şûraya Bilind a Leşkerî de hatibû ser wê erka xwe.

Parve bike: