Cîhan
Generalekî din ê Rûsî hat kustin: Hejmar gihîst 12 generalan
PeyamaKurd – Medya dewletê ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Donbas a Ukraynayê, generalekî payebilind ê rûsî di şer û pevçûnan de hatiye kuştin.
Li gorî nûçeyê general Roman Kutuzov ku yek ji generalên herî payebilind ê Moskowê ye, di êrîşeke li Donbasê de hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku General Kutuzov, fermandariya hêzên rûsî yên Donetskê dikir.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê de derbarê mijarê de hîn ti daxuyaniyek nedaye. Li aliyê din artêşa Ukrayna jî kuştina Kutuzov piştrast kir, lê ti hurgilî belav nekirin.
Ji destpêka êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê ve, tê gotin ku 12 generalên rûsî di şer de hatine kuştin.