Cîhan
Generalekî Îranê xwe kust
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku generalekî Artêşa Pasdarên Îranê, çek bi xwe de teqandiye û jiyana xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniya Pasdaran fermandarê Biryargeha Tamin Alaime Tuggeneral Kudretullah Mensurî dema çeka xwe paqij dikir, bi xwe de teqandiye û miriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew fermandarekî serkeftî bû.