Cîhan
Geştên navbera Îran û Iraqê ji nû ve dest pê kirin
PeyamaKurd - Piştî ku Iraqê ragihand li ser bingeha peymaneke nû ji bilî şîrketa Mahan Airê destûr hatiye dayîn geştên navbera herdu welatan ji nû ve dest pê kirin.
Ji îro pê de balafirên şîrketên hewayî yên Îranê rojane wê 40 geştan bo Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê bikin.
Hate ragihandin balafirên Îranî li balafirgehê danîne û bi vî rengî qonaxa nû ya veguhestina hewayî ketiye meriyetê.