Cîhan
Gn. Joseph Votel seredana Munbicê kir
PeyamaKurd- Generalê Amerîkî Joseph Votel, bajarê Munbicê ziyaret kir û got armanca ziyareta wî ew e car din nîşan bidin ku desteka rêvebiriya Munbicê dikin.
Fermandarê hêzên navendî yên Amerîkayê general Joseph Votel û heyeteka pêre seredana Munbicê kir. Votel di axaftina xwe ya bi medya mehellî re got: “Armanca me ya ku em hatinê vê derê ew e ku em alîkariyê didin konseya sîvîl û ya leşkerî ya Munbicê. Desteka me bo wan dewam dike.”
Votel û heyeta pêre li bajêr geriya û paşî bi her dû rêvebiriyan re civîn çêkir.