TR KU SO
FB X
Cîhan

Graham ji ber êrîsên ser Xirîstiyan û Kurdan Tirkiye tehdîd kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2019 00:46

PeyamaKurd – Sentorê Amerîkayê yê Komarî ku xwedî bi bandor e, Lindsey Graham li ser êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi ser Xirîstiyan û Kurdên Sûriyê de, Tirkiye tehdîd kir û got, “Heger êrîş nesekinin dê pêwendiyên dawî yên mayî jî bi Tirkiyê re bên qutkirin.”

Graham li ser twitterê got, “Heger Tirkiyê êrîşên xwe li ser Til temir û Kobaniyê û li ser herêmên Xrîstiyan û Kurdan berdewam bike, wê Kongra Amerîkayê têkiliyên mayî jî qut bike. Ez ê hewil bidim Tirkiyê bidim rawestandin û têkiliyeke li ser qezenckirina herdu aliyan bê avakirin.”

Parve bike: