TR KU SO
FB X
Cîhan

Greva birçîbûnê li 66 girtîgehên Îranê: 72 darvekirinên din

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 18:05

Di çarçoveya kampanyaya "Sêşema Ji Darvekirinan re Na" de, girtiyên li 66 girtîgehên Îranê di hefteya 143emîn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.

PeyamaKurd - Di daxuyaniya kampanyayê de hat ragihandin ku ji 23ê Îlona 2026’an vir ve herî kêm 72 kes hatine darvekirin.

Di daxuyaniyê de girtiyan bal kişand ser rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ku hişyariyê dide, 20 xwepêşanderên din di bin metirsiya rasterast a sêdarkirinê de ne.

Di daxuyaniyê de biryara nû ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya derbarê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî de hat rexnekirin, ku tevî betalkirina berê, dîsa cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Endamên kampanyayê daxwaza piştgiriya navxweyî û navneteweyî bi beşdariya Raportorê Taybet ê NYyê Leopoldo Maldonado hate kirin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kirin ku li hember van darvekirinan dengê xwe bilind bikin.

Parve bike: