Grûbekî Îranê ket hesabê e-posta serokê FBI yê
PeyamaKurd – Grûbekî Îranî an terefdarê Îranê (Hacker) li ser înternetê ketin hesabê e-posta taybet ya serokê Buroya Lêpirsînê ya Federal ya DYAyê (FBI) ya Kash Patel û agahiyên di hesabê wî de dizîn an kopy kirin.
Piştî ketin hesabê Patel, hinek wêne û belgeyên ku di ser hasabê wî de yê e-posta de bûn, di ser medya civakî de belav kirin.
Ragihandina hackirina hesabê serokê FBI yê Kash Patle ji aliyê wî bi xwe de hat kirin û got ku grûbekî têkildarê bi Îranê re, hesabê wî dizîne û agahiyan xistine dest.
Rayedarên wezareta dadê yên DYAyê ji bo medya Amerîkayê ragihandin ku mijara dizîna hesabê Patel rast e. TV ya Amerîkayê CNN jî heman agahiyê ragihand ku ketine hesabê e-posta Patel û hinek wêne û belgeyan ji hesab belav kirine.
Hinek agahî û belge yên berya Patel bibe serokê FBIyê hatine belav kirin û ev mijar hatiye piştrast kirin. Di e-postayê de hinek nivîsên di navbera salên 2011an û 2022an de ku Patel ji hinek kesan re nivîsandiye hene û her weha weka şexsî nivîsên îş û yên geştiyarî tê de hene.
Grûba ku ketiye hesabê Patel ya bi navê "Handala HackTeam" e û hinek nivîs û wêneyan di ser hesabê medya de belav kirine lê wezareta dadê di mijarê de ti raveyekî nekir.