TR KU SO
FB X
Cîhan

Gurbuz Çapan: 'Di serkeftina me da bandora kekê Demirtas zêde ye'

📅 02 nîsan 2019 13:16

PeyamaKurd – Şaredarê berê yê navçeya Stenbolê Esenyurtê Gurbuz Çapan piştî encamên hilbijartinan spasîyên xwe pêşkêşî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir û dîyar kir ku di serkeftina CHPê da bandora Demirtaş zêde ye.

Çapan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanîk da, “di serkefetina me ya li bajarên mezin, Esenyurt û Kuçukçekmeceyê bandora kekê Selahattin Demirtaş zêde ye. Divê em spasîya wî bikin û bêtirs bibêjin ku ew rehîneyekî sîyasî ye. Rehîneyekî sîyasî ku ji gelek kesên li devre azadtir e.”

— Gürbüz ÇAPAN (@drgurbuzcapan1) 1 Nisan 2019

Hêjayî gotinê ye ku CHPê di hilbijartinên herêmî da li bajarê mezin a Stenbolê bû yekem û navçeyên Esenyurt û Kuçukçekmeceyê jî bi piştgirîya dengên HDPê qezenc kir.

 

Parve bike: