Cîhan
Guterres berî serdana Moskow û Kîevê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres beriya serdana Moskowê û hevdîtina ligel Vladimîr Pûtîn bo şerê Ukraynayê, sibe Duşemê serdana Tirkiyê dike.
Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya NY wê Guterres roja Duşemê 25ê Nîsanê derbasî Tirkiyê bibe û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Guterres piştre diçe Moskowê û bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser rawestandina şerê Ukraynayê cara yekem rûbirû dicive û roja Pêncşema bê jî derbasî paytexta Ukrayna Kîevê dibe.