Guterres: Cîhan, ber bi karesatê ve diçe!
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku cîhan bi lez û bez ber bi karesateke avhewayê ve diçe û diyar kir ku hewcedarî bi hişyarî û tevgerê heye.
Antonio Guterres, piştî hevdîtina bi rêxistinên sivîl ên sereke yên qada avhewayê re li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi rojnamevanan re civiya.
Guterres bal kişand ser wê yekê ku heger polîtîkayên heyî berdewam bikin, tê pêşbînîkirin ku germahiya global heta dawiya vê sedsalê 2,8 pile zêde bibe û got ku "Ev tê wateya karesatê."
Antonio Guterres, banga bergirên lezgîn li cîhanê kir û diyar kir ku ji bo germahiya global di asta 1,5 pileyî de bê sînorkirin, divê emîsyonên karbonê ji % 45 were kêmkirin û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Em petrol, gaz û komirê li cihê ku lê ne bihêlin û ji bo veberhênana di enerjiya nûjen de hewil bidin. Em bi lez û bez ber bi karesateke avhewayê ve diçin. Niha dema hişyarbûn û tevgerê ye."