TR KU SO
FB X
Cîhan

Guterres: Deriyên dojehê hatin vekirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 îlon 2023 19:00

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser qeyrana avhewayê axivî û diyar kir ku "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."

Antonio Guterres, di Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin de axivî.

Guterres di axaftina xwe de bal kişand ser pêşniyazên çareseriyê yên ji bo qeyrana avhewayê û got "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."

Guterres li ser bandorên "germahiya xedar" a li cîhanê û got ku cotkar ji ber lehiyê zirar dîtine, germa zêde bûye sedema nexweşiyan û ji ber şewatê ku mirov neçar mane koç bikin.

Sekreterê NYê destnîşan kir ku heger avhewa neguhere, bi zêdebûna germahiyê re cîhan bi rewşek xeternak û ne aram re rû bi rû dimîne û got,

"Em hîn jî dikarin cîhaneke bi hewaya paqij, karên kesk û enerjiya paqij a bi erzanî ji bo her kesî ava bikin. Veguhestina ji sotemeniyên fosîl ber bi enerjiyên nû ve dibe, lê em bi dehan salan li paş in."

Parve bike: