TR KU SO
FB X
Cîhan

Guterres: Em bi krîzeka bêhempa ya birsê re rû bi rû ne

Admin M
Nivîskar
📅 25 hezîran 2022 03:03

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku dinya bi krîzeka birsê ya bêhempa re rû bi rû ye. Guterres ragihandina xwe di rêya vîdeoyê de şand konferansa wezîran ya li Almanya û weha got:

“Em bi krîzeka bêhempa ya birsê (birçîbûnê) re rû bi rû ne. Şerê li Ûkraynayê, xerabûna rewşa kêşûhewayê û pandemiya Covid-19 ê jî rewşê bêhtir serûbinê hev kir. Eger em nekevin nav tevgerê, dibe rewş xerabtir bibe. Li Qiloçê Afrîkayê ziwabûna herî xerab heye.

Niha li dinyayê di nav du salan de jimara kesên ku nikarin xwe bigihînin xidayan gihaye 276 mîlyonî. Tevî şer jî, divê Rûsya xidaya ku hildiberîne û gubrê bixe bazara dinyayê. Di vê mijarê de ez bi Ûkrayna, Rûsya, Tirkiye, Amerîka, YA yê û bi yên din re di, nav danûsitendinê de me.”

Parve bike: