Guterres: Em li Rojhilata Navîn li ber kendêl in
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres bang li Îsraîl û Hamasê kir û got, "Em li Rojhilata Navîn li ber kendêl in."
Guterres derbarê geşedanên di navbera Îsraîl-Hamasê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, du hevdîtinên wî yên girîng hene.
Guterres da zanîn, "Em li Rojhilata Navîn li ber kendêl in" û got, "Îsraîl ji bo alîkariya însanî bide sivîlên li Gazzeyê divê demildest û bê astengî bigihêje."
Guterres destnîşan kir ku av, elektrîk û hewcedariyên din ên bingehîn li Gazzeyê qediyane û diyar kir, NY li Misir, Urdun, Îsraîl û Şerîeya Rojava depoyên xwe hene û dikare di nav çend saetan da hilberan bişîne wir.
Guterres eşkere kir, divê her du mijar jî bêyî muzakere bên bicihanîn.
Di encama bersivdayîna Îsraîl li ser baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, li herêmê pevçûn derketibûn û di sibeha 7ê Cotmehê de bi hewayê êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê bi navê "Tofana Eqsayê" derketibû.