Guterres: Mirovahî êsê diksîne!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres diyar kir ku sala 2023an bi tundî û bi êşê derbas bû û got, "Mirovahî êşê dikişîne."
Guterres ji bo sala nû peyamek vîdyoyî weşand. Guterres bi bîr xist ku ji ber guherîna avhewayê dinya di xetereyê de ye û sala 2023an, sala herî germ a ku hatiye tomarkirin e, Guterres diyar kir ku gel jî ji ber xizanî û birçîbûnê êşê dikişîne.
Antonio Guterres diyar kir ku tu feydeya sûcdarkirin û hedefgirtina kesî tune ye û got, "Mirovahî dema bi yekîtiyê tevdigere bi hêz e. Divê sala 2024 bibe sala ji nû ve avakirina bawerî û hêviyê."
Guterres bal kişand ser pêwîstiya dîtina çareyan bi derbaskirina cudahiyan, bi taybetî di warên wekî avhewa, aborî û têkoşîna li dijî cudakariyê de girîngiya çalakiyan heye.
Guterres got, "2023 saleke bi êş, şidet û kaosa avhewayê ya xedar e. Mirovahî êşê dikşîne" û destnîşan kir ku NY wê ji bo aştî, pêşketina domdar û mafên mirovan têkoşîna xwe bidomîne.