TR KU SO
FB X
Cîhan

Hafter Misrê dawetî Lîbyayê kir

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2020 01:12

PeyamaKurd- General Hafter li hemberê hukumeta Lîbyayê ya ku di navdewletî de weka rewa têqebûlkirin, artêşa Misrê dawetî Lîbyayê kir. General Hafter di demên dawiyê de ji artêşa Lîbyayê û hevkarên wê derbe dixwe û gelek deverên di destde bûn, ji destê wî derketin.

Meclisa Nûneran ra Tomrûkê ragihand ku wan erkê daye artêşa Misrê û eger pêxistî hebe, dê karibe mudaxele bike. Meclisê weha got:

“Hewldana Lîbya û Misrê wê dagirkeran têkbibe, wê parastina ewlekariyê ya her dû dewletan bike, wê welatê me û herêma me bixe nav îstîqrarê. Eger talûkeyekî nêz milletên me tehdîd bike, bo parastina ewlehiya Lîbya û Misrê, artêşa Misrê dikare mudaxele bike.”

Serokê Misrê Sîsî berê jî di mijarê de fermanê dabû artêşa Misrê.

Parve bike: