Cîhan
Hahnsê ku li dijî endamtilya Tirkiye ya YEyê derketibû, diçe Tirkiyê
PeyamaKurd - Li demeke ku dawîanîna berendamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê (YE) tê nîqaşkirin, Komîsera Polîtîkayên Ewlekariyê ya Pêwendiyên Derve li YEyê Federica Mogherini û û Endamê ji Komîsyona Firehbûna YEyê berpirs Johannes Hahns serdana Tirkiyê dikin.
Hans demek berê gotibû, pêwîst e berendamtiya Tirkiyê ya bo YEyê bi temamî were rawestandin.
Federica Mogherini û Johannes Hahns 22yê Mijdarê serdana Tirkiyê dikin û ligel çend danûstandinên bi rayedarên dewleta tirk re, li Enqerê beşdarî, “Civîna Dîyaloga Siyasî ya Bilind di navbera Tirkiye-YEyê de” dibin.
Tê çaverêkirin rayedarên YEyê li ser beşdarbûna Tirkiyê û mijarên bingehîn ên pêwendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê gotûbêj bikin.