Cîhan
Hakan Atilla serbest hat berdan
PeyamaKurd- Di doza Riza Sarraf de cîgirê rêvebirê giştî yê Halkbanka Tirkiyê Mehmet Hakan Atilla ceza sitendibû û piştî 32 meh di zîndanê de ma, ji eyaleta Pennsylvaniayê ji zîndana FCI Schuylkillê serbest hat berdan. Lê bo wî ji Amerîkayê derxin, car din girtin û girtina wî, perçeyek ji pêvajoya derxistina derveyê welate.
Piştî serbest hat berdan Polîsê Gumrik û Koçberiyê yê Amerîkayê, berya ji zîndanê derê hat binçavkirin. Atilla birin zîndana York County ê. Roja duşemê pêvajoya destpêkirina derxistina wî bo derve destpêdike.