Cîhan
Hakan Fidan diçe civîna wezîrên karên derve ya G20an ya li DYAyê
PeyamaKurd – Di 30-31ê Cotmehê de li DYAyê li bajarê Atlantayê civîna wezîrên karên derve yên endamên G20an çêdibe û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ji bo tevlî civînê bibe diçe DYAyê.
Di mijara civînê de rewşa navbera Filistin û Îsraîlê, ewlehiya seferên li ser avê ya navdewletî û dê rewşa tehdîda şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ya li ser Derya Reş de hene.
Dibe ku Fidan di mijarên wekî “gengeşeyên jeopolitik”, “enerjî” û “zencîreyên amadekirinê” de biaxife.
G20 ji bilî 19 welatan, YE û Yekîtiya Afrîkayê tîne cem hev ku ev jî dike %85e aboriya navdewletî, %75ê bazirganiya navdewletî û 2/3 nûfûsa dinyayê.