Cîhan
Hakan Fidan: “Mijara Xezzayê ji Fîlîstînê û Îsraîlê derbas kiriye"
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li Amerîkayê bi nûnerên SETA DC (Weqfa lêkolînên siyasî, aborî û civakî) re civiya. Li ser mijara Xezzayê Fidan got:
“Mijara Xezzayê ji Fîlîstînê û Îsraîlê derbas kiriye. Ji ber wê, pêwiste dewletên herêmê xwedî li meselê derên û bi zanîna berpirsiyariya xwe tevbigerin.”
Hakan Fidan weke endamê grûba pêwendiyan yê Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereb bi grûbê re çûye Amerîkayê. Hakan Fidan di civînê de her weha behsa hevdîtina grûba pêwendiyan ya bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re kiriye û hevdîtinê girîng dibîne.