TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamaney: “Awrûpa bi xencerê li pista me xist"

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2019 04:06

PeyamaKurd- Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Elî Hemaney bi munasebeta destpêka sala nû Newrozê de li bajarê Meşhedê bo xelkê axifî. Di axaftina xwe de got ku piştî Amerîka ji peymana nukleerî vekişiya, Awrûpa bo parastina peymanê hewl neda û Awrûpa bi kiryarên xwe ji peymana nukleerî vekişiyan.

Hamaney got ku welatên Awrûpayê INSTEX a rêxistina bazirganî ku ji aliyê Almanya, Fransa û Brîtanya de hat avakin, bo wan têr nake û rêxistina bazirganî weke “henekekî tal” binav kir. Hamaney ragihand ku hinek pirsgirêkên wan, ji baweriya wan ya bi Awrûpayê peyda bûne.

Parve bike: