TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamaney: “Em ê ûranyûmê heya % 60 dewlemend bikin”

Admin M
Nivîskar
📅 23 sibat 2021 03:18

PeyamaKurd – Ji baregeha serokê ayînî yê dewleta Îranê Ayetullah Hamaney hat ragihandin ku Hamaney bi endamên Meclisa Pisporan re civiyaye û li ser peymana nukleerî, dropêçên Amerîkayê û dewlemendkirina ûranyûmê axifîne. Hamaney di civînê de ragihandiye ku wê bo ûranyûmê, di asta %20 ê de nemînin, heya têra wan bike dê ûranyûmê bipêş bixin û weha dewam kiriye:

“Îran di mijara nukleerî de ji rêya xwe venagere. Îran li gor pêdiviya xwe û bi miqdarê ku welatê wî pêdivî pê heye, heya %60 ê dê ûranyûmê bipêş bixe. Beyanên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya bi kibir, daxwazkar û bê însafin. Rojavayî baş dizanin ku em ne li pey sîlihên nukleerî ne. Ew bahane ye. Ew naxwazin ku sîlihên me yên normal jî hebin ji ber naxwazin Îran xurt bibe.”

Parve bike: