TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas bersiva agirbesê da û Amerîka li serê difikire

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2024 03:10

PeyamaKurd – Koordînatorê konseya ewlehiya stratejik ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku Hamasê bersiva pêşniyara Biden ya ji bo agirbesa li Xezzayê di rêya Misir û Qatarê de gihaye Amerîkayê û got:

“Bersiva Hamasê ku dabû Misirê û Qatarê gihaye destê me û niha em li serê difikirin.”

Hamasê ragihand ku di bersiva xwe de li peymana agirbesê bi erênî dinêrin û jê re amade ne. Bersiva Hamasê berya her tiştî berjewendiyên Fîlîstînê dixwaze û divê êrîşên li Xezzayê bi temamî rawestin.

Parve bike: