TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas: Nûçeya ku dibêje agirbest hatiye ragihandin, ne rast e

📅 21 gulan 2019 12:46

PeyamaKurd - Hamasa ku Gazzeyê kontrol dike û Îsraîla ku dorpêç datîne serê agirbesteke demkî hat ragihandin.

Li gorî kanal 12ê ya Îsraîlê, bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Misirê, Hamasê û Îsraîlê bo 6 mehan agirbest ragihandiye.

Di çarçoveya agirbestê de Hamas wê xwepêşandêrên filistînî 300 metreyî ji sînor dûr bigire.Li hemberî vê rêveberiya Tel Avîv wê destûrê bide ku masîvanên gazzeyî heta 15 mîlan bikaribin masiyan bigirin û di ser Îsraîlê re alîkariyên însanî bo Gazzeyê bêne hinartin.     

Hamasê ji aliyê xwe ragihand ku nûçeyên ku dibêjin Îsraîl û Hamas ji bo 6 mehan li hev kirine ne rast in:

Berdevkê Hamasê Fewzî Berhum li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev nûçe ne rast e, “Nûçeya ku di medya îsraîlî de belav bûye û diyyar dike ku ji bo 6 mehan agirbest hatiye ragihandin, ne rast e”

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîlê, ji 2006an û vir ve Gazeeya ku 3 milyon filistînî lê dijîn ji aliyê bejahî, hewagerî û behrevaniyê ve dorpêç kiriye.

Parve bike: