Cîhan
Hamas, peymana agirbes û guhertina dîlan ya bi Îsraîlê re red kir
PeyamaKurd – Endamê buroya siyasî ya Hamasê İzzet er-Rişk ragihand ku Îsraîl ji bo guhertina dîlên di destê her dû aliyan de, wan bilî dike û beyanên derew dide. Er-Rişk got ku Îsraîl di peymanê de ne ji dile heya ku ew bigihên encamê, dixwaze wext qezenc bike û Hamasê bilî dike.
İzzet er-Rişk, ragihandina xwe di ser medya civakî di ser Telegramê de kir. Rişk, ragihand ku bi peymanê dixwazin 50 dîlên Îsraîlî ku di destê Hamasê de ne serbest berdin û Îsraîl jî jin û zarokên Fîlîstînê ku di destê Îsraîlê de ne, ji zîndanên wan serbest berdin û hem agirbesekî ragihînin. Lê îsraîlê agirbesê red kiriye.
Di peymanê de heye ku alîkariya mirovî bigihê Şerîda Xezzayê, ji bo wê jî rewşeka bi ewle divê hebe.