TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamasê 4 lesker û 79 alavên leskerî yên Îsraîlê ji nav bir

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2023 02:43

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Kassem bi nivîskî ragihand ku li rojhilatê Xezzayê 2 leşkerên Îsraîlê bi tivinga nîşangeriyê kuştine û li rojhilatê Xan Yûnisê jî 2 leşkerên Îsraîlê kuştine. Her weha di nav 72 seetan de jî 79 alavên artêşa Îsraîlê ji nav birine.

Hamasê li herêma Şêx Ridwanê jî devê tunelekî bombe kiriye ji ber ku hêzên Îsraîlê ber bi wan de diçûn û di nava leşkerên Îsraîlê de di encama teqîna devê tunelê de mirî û birîndar hene.

Parve bike: