TR KU SO
FB X
Cîhan

Haspel bi Tirkî û Rûsî bas diaxife!

Admin M
Nivîskar
📅 02 gulan 2018 21:04

PeyamaKurd- Rêxistina îstîxbarata Amerîkayê CIA, di derbarê seroka xwe ya nû de agahiyên girîng belav kir. Di nava agahiyan de heye ku Gina Haspel Tirkiyeka gelek xweş diaxife.

Bi sedema ku baş bi Tirkî dizane, ev yek ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyê de, di eleyhiya Tirkiyê de tê şirovekirin. Tirkiye li pişt meselê niyeteka dinê dibîne.

Mijareka dinê jî ew e ku di salên 2000an de, Gina Haspel li Ankarayê wezîfe kiriye. Li Ankara fêrî Tirkî bûye û tê fotin ku bi vê sedemê wê anîne serê CIAyê.

Di seha siyasetê de, tê axaftin ku zanîna Gina Haspel bi Tirkî û Rûsî îşareta planên xerabe bo Tirkiyê.

Parve bike: