TR KU SO
FB X
Cîhan

Hatîmogûllarî jî di parvekirina Esenyurtê ya Îmamoglû de cih girt

Admin L
Nivîskar
📅 01 mijdar 2024 14:08

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de cih da Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari.

Piştî ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat desteserkirin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, doh bi şev li ser banga CHPê li Qada Cûmhûriyetê ya Esenyurtê mîtîngek li dijî qeyûman hat lidarxistin.

Îmamoglû ku piştî mîtîngê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên xwe, Ozel û Hatîmoglûllarî parve kir û got, "Ne dadgeh, ne qedexe, ne gef û ne jî komplo nikarin me bidin sekinandin."

Îmamoglû got, "Em bi Serokê xwe Birêz Ozgur Ozel, şaredar, wekîlên xwe, Hevserokên Giştî yên DEMê, TÎP, Partiya Saadetê, Partiya Dewayê, EMEP, Partiya Pêşerojê, Partiya Çep, Platforma Ked û Demokrasiyê, saziyên sivîl re li gel hev in. Rêxistin, sendîka û hemû welatiyên hestiyar got, "Em li dijî komplo û pêkanînên qeyûman ên li Esenyurtê li qadan bûn."

<
Parve bike: