HDP dozvekirin û lêpirsîna ser Isil Ozgenturkê sermezar dike!..
PeyamaKurd – Piştî serlêdana gilî ya Baroya Batmanê, Serdozgeriya Batmanê derbarê nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Işil Ozgenturk de ku bi nivîsa xwe ya li ser leşkerê tecawizkar heqaret li keç û malbatên Kurd kiribûn, lêpirsîn da destpêkirin.
Hat zanîn ku ji ber navnîşana Ozgenturk li Stenbolê ye, dosyeya wê bo Stenbolê hatiye şandin.
Hevseroka Giştî ya berê û Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, piştî biryara vekirina lêpirsînê bo Işil Ozgenturkê, li ser medya civakî xwedî li nivîskara Cumhuriyetê derket û got, ew beşdarî nêrînên Işil Ozgenturk nabe, lê mafê wê yê xwe îfadekirinê diparêze û ji ber nivîsekê destpêkirina lêpirsînê şermezar dike.
Ozgenturk di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Em di nav çala pornoyê di digevizin’ de, derketibû derveyî sînorên mafê derbirina nêrînên xwe û bi zanyariyên nerast taybet li ser bajarê Batmanê heqaret li keç û bav û malbatên Kurd kiribû.
Herwiha di beşeke nivîsa xwe ya ku qala leşkerê tecawizkar Musa Orhan dike de, qaşo ji devê mamosteyeke li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê xebitîye û herêmê baş nas dike, bav û dêyên Kurdan û keçan tawanbar kiribûn.
Di nivîsê de gotibû, “Li vir ti qîmet bo keçan nayê dayîn. Bav keçên zarok wekî zarokên xwe hesab nakin, wan nadin xwendin, wekî mal têne firotin…”