TR KU SO
FB X
Cîhan

HDP ji bo Demirtas û girtiyên din 'nobetên edaletê' dide destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2018 23:07

PeyamaKurd - PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Selahattîn Demirtaş û rêveber û parlamentarên girtî yên HDPê çalakiyên nobetên edaletê dide destpêkirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku ji bo piştgiriya Parlamentara Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven 2 rojan li parlamentoya Tirkiyê ketibû greva birçîbûnê daxuyakirin, biryara dadgehê ya Demirtaş û hevalên wan siyasî ye û ew dê nobetên edaletê bidin destpêkirin.

 Buldan li ser erêkirina cezayê 4 sal û 8 mehan bo Demirtaş diyar kir, "Biryara Dadgeha Mafên Mirovan Tirkiyê girê dide û neçar in vê biryarê bicih werînin.”

Buldan da zanîn ku hevdîtinên wan bi çend aliyên cuda re berdewam dikin û ew dê di heyama bê de, ji bo azadkirina Demirtaş û hemû hevalên xwe yên girtî dest bi nobetên edaletê bikin.

Parve bike: