TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê li sînorê Yûnanistanê hilbijartin da destpêkirin

📅 25 gulan 2018 23:20

PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û lijneya ligel wê bona destpêkirina xebatên hilbijartinê çûn Edirneyê.

Buldanê li vê derê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku ew bona dîtina Selahattîn Demirtaşê namzedê partiya wan ku girtî tê darizandin hatine Edirneyê.

Buldanê got ku Demirtaş namzedê partiyeke ku 6 milyon ray hildaye ye û îro nahêlin ew namzedê xwe bibînin. Buldan wiha axivî:

"Înşellah di demeke kin de Demirtaş wê were texliyekirin. Em hêvî dikin ku wê azad be. Eger texliye nekin wêneyên wî, dengê wî û vîdeoyên wî em ê bibine her çal aliyên Tirkiyeyê."

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî jî got ew ê ji bona Demirtaş serî li Mehkemaya Qanûna Bingehîn bidin û wiha dewam kir:

"Em ji vê derê bangî Mehkemaya Qanûna Bingehîn dikin. Ev serlêdan ne serîlêdaneke rutîn e. Em dixwazin hûn ewil li dosyeya Demirtaş binêrin."

Parve bike: