TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê tifaqa bi HUDA-PARê re red kir!

Admin V
Nivîskar
📅 07 gulan 2018 15:21

PeyamaKurd- Hevdîtinên HDP û HUDA-PARê bi dawî bûn û HDPê biryara xwe da. HDPê teklîfa HUDA-PARê red kir.

Di nava hefteyê de Tifaqa Kurdistanî û HUDA-PARê ji bo tifaqê teklîf ji HDPê re biribûn. HDPê jî gotibû ku em ê bi erkdarên xwe re bişêwirin. Piştî vê geşedanê Hevserokê HDPê Sezai Temelli gotibû ku tifaqa bi HUDA-PARê ji bo me, ne mimkun e. Êdî îro HDPê biryara xwe da û wiha got: Niha gelê ku rayên xwe didin me, ji bo vê tifaqê, ne amade ye. Ji ber vê yekê em bi HUDA-PARê re tifaqê nakin.

Ji bo tifaqa Kurdistanî jî HDPê hê biryara xwe nedaye. Heke li hev bikin endamên Tifaqa Kurdistanî wê di lîsteya HDPê de têkevine hilbijartinê.

Parve bike: