TR KU SO
FB X
Cîhan

HDPê yekrêziya siyasî ya ENKS û PYNKê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2020 22:41

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna rojnamevanî ku li navenda giştî ya partiya xwe ya Enqerê li dar xist de, lihevkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

Ev daxuyaniya HDPê piştî hefteyek bi ser ragihandina lihevkirina ENKS û PYNKê tê ku piştî civîna Desteya Navendî ya HDPê biryara pîrozkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn.

Ebru Gunay wiha got: “Em wek HDP bi kêfxweşî pêşwaziyê li xebatên yekîtiyê û bidawîkirina nakokiyan dikin. Yekîtiya siyasî ya Kurdan wê bibe hêmaneke girîng bo çareserkirina kêşeyan. Em dixwazin ji vir bêjin ku em wan pîroz dikin.”

Parve bike: