TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Heger Kurd li ser serokomar lihev bikin, em ê pir nêzî eskerekirina namzedê serokwezîr bibin’

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2022 03:05

PeyamaKurd – Çavkaniyên ji Tevgera Sedir tifaqa ligel aliyên sunî û Kurd piştrast kirin û ragihandin ku ew pir nêzî eşkerekirina namzedê serokwezîr bûne.

Li gorî Shafaq News a Iraqê, çavkaniyeyeke ji Tevgera Sedir gotiye, “Tevgera Sedir xwedî wê hêzê ye ku ligel hevpeymanên xwe hikûmeta nû damezrîne. Heger Kurd li ser namzedê serokomar li hev bikin em ê pir nêzî eşkerekirina namzedê serokwezîr bibin.”

Herwiha heman çavakniyê diyar kiriye ku biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya bo paşxistina rûniştina Parlamentoya Iraqê ya derbarê rewabûna hilbijartinê de, ti bandorê li ser stratejiya Tevgera Sedir a tifaqa damezrandina hikûmetê nake û Sedir dikare namzedekî xwe bike serokwezîr.

Parve bike: