TR KU SO
FB X
Cîhan

Hegseth hewldanên dûrxistina xwe red dike: Ev şanoya siyasî ye

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2026 12:56

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê ê DYAê Pete Hegseth, piştî ku partiya wî di hilbijartinên navîn de şikestinek xwar, rexneyên li dijî xwe red kirin û hewldanên Meclisa Nûneran ên ji bo dûrxistina wî wekî "şanoya siyasî" bi nav kir.

Hegseth di peyamek vîdeoyî de destnîşan kir ku êrîşên li ser wî ji ber bandora karê wan e û got: "Pêvajoya dûrxistinê li dijî Serok Trump bi ser neket, li dijî min jî bi ser nakeve. Em paşve gav naavêjin."

Hegseth di heman demê de banga li endamên Kongreyê kir ku budçeya 350 milyar dolarî ya ji bo parastinê û piştgirîdana operasyonên li dijî Îranê bipejirînin.

Tevî ku Demokrat û hinek endamên Partiya Komarî bi pêşengiya Thomas Massie dixwazin wî ji ber binpêkirina desthilata şer a Kongreyê ji ser erkê wî bînin xwarê, Serok Donald Trump ragihand ku ew plan dike Hegseth di kabîneya xwe de bihêle.

Parve bike: